Riyad Derar: Rûsya hewl dide hikûmeta Şamê li ser pêyan bihêle

Tevî wêraniya li Sûriyê, Rûsya bi her awayî hewl dide hikûmeta Şamê li ser pêyan bihêle.
Herî dawî, wekî gelek deveran, Deraa jî radestî hikûmeta Şamê kir..
Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Riyad Derar got ku divê hemû Sûrî li gor hevpeymanekê li hev bikin, da ku mafên xwe biparêzin.

Hikûmeta Şamê her ku ber bi hilweşînê ve diçe, Rûsya wê xelas dike..

Herî dawî, wekî Xûtaya Şamê û gelek deverên din, Deraa jî piştî derxistina çekdarên opozisyonê, radestî hikûmeta Şamê kir…

Di vê warê de, hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Riyad Derar axivî.

Riyad Derar anî ziman ku Rûsya ketiye nav hewldanan ku hikûmeta Şamê ji nû ve zindî bike û hebûna wê rewa bike.

Derar got Rûsya Deraa xist nava 2 bijardeyan; an wêrankirin an jî radestbûn..

Riyad Derar diyar kir ku Deraa niha ji bo hikûmeta Şamê cihekî stratejîk û girîng e û got:

“Hikûmeta Şamê dixwaze li rêxistinbûna Erebî vegere.

Hikûmet hewl dide li jêr behaneya mijara gaz, kehrebe û krîza Libnanê, vegere wekî berê”.

Riyad Derar da zanîn ku ji bo aloziya Sûrî divê rêbazekî şoreşgerî peyda bibe û palpişta wê; berxwedana aştiyane û girseya nîştimanî be.

Hevserokê MSD Riyad Derar di dawiyê de, da xuyakirin ku çareya herî baş bo avakirina Sûrî; ew e hemû pêkhate li gor hevpeymanekê li hev bikin û mafên hemûyan bên parastin.

Back to top button