Meclisa Leşkerî ya Babê: Li Babê 12 leşkerên Tirk û 10 çete hatin kuştin

Li babê bersiveke tund li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker hat.
Meclisa Leşkerî ya Babê ragihand ku hêzên wan di çalakiya bersivdayînê de li gundê Yaşlî yê Babê 12 leşkerên Tirk û 10 çete kuştin.

Meclisa Leşkerî ya Babê bi çalakiyên bi bandor bersivê dide êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê.

Meclisa Leşkerî ya Babê têkildarî çalakiya bersivdayînê ya li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li gundê Yaşlî yê girêdayî Babê bi cih bibûn, daxuyaniyek da.

Meclisa Leşkerî ya Babê diyar kir ku hêzên wan weke bersivdayîna êrişên artêşa dagirker ên li ser sivîlên herêmê 7’ê Îlonê li dijî qereqola Gundê Yaşlî ya Babê çalakiyek pêk anîne.

Meclisê ragihand ku çalakiya li dijî qereqola gundê Yaşlî bi serkeftî hatî kirin, her wiha bi ser 3 çeperên dijmin de hatî girtin û qerqol û nuqteyên derdorê jî hatine hedefgirtin û bi xurtî lê hatî xistin.

Meclisê di berdewamiya daxuyaniya xwe de derbarê çalakiyê de ev agahî da:

“Çalakî bi teqemeniyeke bi bandor dest pê kir.

Di encama vê çalakiyê de beşekî mezin yê avahiya qereqolê, maşîneyên zirxî û çeper hatine îmhakirin.

Di encama vê çalakiyê de herî kêm 12 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin, 3 jê giran bi giştî 11 leşkerên artêşa Tirk a dagirker jî birîndar bûn.

10 çeteyên girêdayî dagirkeriya Tirk hatin kuştin û 10 çete jî birîndar bûn.

Her wiha 3 panzêr û 2 wesayîtên kîrpî yên dijmin û gelek avahî, mewzî, çekên giran, wesayît û alavên leşkerî jî hatine îmhakirin û hatine şewitandin.

Di encama vê çalakiya bersivdayînê de hevalekî me birîndar bû û şervanên me yên çalakî kirine bi awayekî serkeftî vegeriyan baregehên xwe.”

Meclisê di dawî de bi bîrxist ku dê êrişên li hember gelê herêmê tê kirin ti carî bê bersiv nemînin.

Back to top button