Dewleta Tirk xwezaya Geliyê Zîlan wêran dike

Dewleta Tirk a qirker, ev demeke li gelîyê Zîlan ku a bi ser navçeya Erdîşê ya Wanê Santralên Hîdro Elektrîkê ava dike. Gelê herêmê vê yekê weke komkujiya Geliyê Zîlan ya duyemîn bi nav dike. Ji ber vê santralê xwezaya herêmê wêran dibe û ji ber bandorê masiyên di nava behra Wanê de jî dimirin. Tekîldarî mijarê berdevkê Ekolojiya Zîlanê Mîr Bahadîn Demîr li ser rewşa dawî ya li Geliyê Zîlanê axivî diyar kir ku rayedar sûc dikin û bang li raya giştî kir ku di vê mijarê de bi berpirsyariya xwe rabin.

Dewleta Tirk ya faşîst û qirker di sala 1930 de li Gelîyê Zîlanê ya ku girêdayî navçeya Erdîşê ya Wanê ye komkujî pêk anî û di encamê de bi deh hezaran mirov hatin qetilkirin.

Hê jî bandora wê komkujiyê li ser herêmê dewam dike.

Niha jî dewleta Tirk bi avakirina Santralên Hîdro Elektrîkê careke din pergala xwezayê ya Geliyê Zîlanê wêran dike.

Tevî nerazîbûnan jî desthilata faşîst ya AKP’ê li Geliyê Zîlanê Santrala Hîdro Elektrîk çêkir.

Piştî destpêkirina karê santrala hîdro elektrîkê, bi bilindbûna azot û fosfatê re masiyên Behra Wanê yên li Bendava Koçkopru ya li Çemê Zîlanê bi rengekî komî dimirin.

Pispor û hawirdorparêzên li herêmê diyar kirin ku nirxê azot û fosfatê li herêmê zêde bûye û ev jî dibe sedema mirina komî ya Lawiran.

Mîr Bahadîn Demîr: Komkujiya duyemîn a Zîlanê diqewime

Berdevkê Ekolojiya Zîlanê Mîr Bahadîn Demîr derbarê projeya santralên hîdro elektrîk li geliyê Zîlanê hatine avakirin axivî û got:

”Bi avakirina Santralên Hîdro Elektrîkê re pêşî li qirkirineke nû hatvekirin ku weke Komkujiya Zîlanê ya Duyemîn cihê xwe wê di nava dîrokê de bigire.”

Her hiwiha Bahadîn Demîr bal kişand ser gefa li ser 20 gundên li Geliyê Zîlanê û got:

”Gemara her gundî diherike nava Çemê Zîlanê. Me got ev yek wê ekosîstema Geliyê Zîlanê tune bike.

Bi avakirina Santralên Hîdro Elektrîkê re kalîteya oksîjenê ya nava avê kêm dibe û ji ber vê jî masî bi rengekî komî dimirin.

Bi vî rengî felaketeke ekolojîk tê afirandin ku dikare ekosîstema li herêmê tune bike.”

Berdevkê Ekolojiya Zîlanê Mîr Bahadîn Demîr di dawiya axaftina xwe de bang li raya giştî ya demokratîk kir ku di vê mijarê de bi berpirsyar tevbigerin.

Back to top button