Berxwedana zindanan bi biryardariyeke xurt dewam dike

Çalakiyên greva birçîbûnê yên li zîndanên Tirkiyê ên li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Rêber Apo di roja 288 de ye. Ji parêzerên Rêber Apo Emran Emekçî, derbarê armanca tecrîdê de axivî û anî ziman ku Rêber Ocalan ji bo gelên Rojhilata Navîn xwedî girîngiyeke mezin e û got, “Di bingeha hemû pirsgirên îro li Tirkiyê diqewimin de, tecrîda li ser Ocalan heye.” Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî got, “Desthilat ji bo ku rejîma xwe ya zextê bidomîne tecrîdê giran dike.

Çalakiyên greva birçîbûnê ya girtiyên di girtîgehên Tirkiyê de ên li dijî tecrîdê bi koma 50’î di roja 288’an de ye.

Bi heman armancê li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) jî çalakî di roja 267’an de dewam dike.

Her wiha çalakiya li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî 250 didome.

Desthilata AKP’ê ji bo li pê bimîne tecrîda girankirî didomîne

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan bal kişande li ser tecrîda li ser rêber Apo û da zanîn desthilata AKP’ê ji bo ku rêjîma xwe li ser pêyan bigire tecrîda girankirî didomîne.

Pervîn got, “Tecrîda ku rê li danûstandinan girtiye, li pêşiya demokrasî, edalet, aştiya civakî, jiyana hevpar asteng e. ”

Pervîn Bûldan bal kişande li ser berxwedana li girtîgehan jî û diyar kir bi zanebûn girtiyan dişînin mirinê û ev sûcek mezin e û divê tavilê bên berdan.

Di bingeha pirsgirêkan hemûyan de tecrîda li Îmraliyê heye

Ji parêzerên Rêber Apo Emran Emekçî, derbarê armanca tecrîdê de ji ajansa Mezopatamya re axivî.

Emekçî, anî ziman ku Rêber Ocalan ji bo gelên Rojhilata Navîn xwedî girîngiyeke mezin e û wiha got,

“Di bingeha hemû pirsgirên îro li Tirkiyê diqewimin de, tecrîda li ser Ocalan heye. Heya ku Tirkiye pirsgirêka Kurd çareser neke, wê krîz û kaos dewam bikin. Tecrîda li Îmraliyê di kesayetiya Ocalan de li dijî demokratîkbûn, aştî, û hiqûqê ye.”

Back to top button