Efrîn .. Çeteyan welatiyê bi navê Mihemed Mûrad yê ji Cindirêsê revandin

Hovîtiya çeteyên dewleta Tirk ya li Efrîna dagirkirî bê navber dewam dike. Çeteyan welatiyekî din ji navçeya Cindirêsê revand.

Hat diyar kirin çeteyên dewleta Tirk welatiyê bi navê Mihemed Weqfî Mûrad yê 33 salî ji gundê Kefer Sefrê revand.

Hate diyarkirin ku çeteyan Mihemed Mûrad biriye baregeha xwe û ji bo berdana wî hezar dolar ji malbata wî xwestine.

Beriya 20 rojan jî çeteyan Mihemed revandibûn û li beramberî berdana wî 5 hezar dolar stendibûn.

Back to top button