Li gel dorpêçkirina Şehba amadekariyên sala nû ya perwedê tê kirin

Ambargoya li ser kantona Şehbayê hatiye sepandin bandorê li warê perwerde dike, lewra dê dîsa 16 hezar xwendekar ji ber dorpêçê bê pirtûk werin perwedekirin.

Ambargoya ku hikumeta Şamê li ser kantona Şehbayê sepandî ye, bandorê herî zêde qada perwedê kiriye.

Îsal ji ber ambargoyê Desteya Perwerde û Fêrkirinê gelek zehmetiyan dikişînin.

12`yê Îlonê wê dibistan deriyên xwe ji bo 16 hezar xwendekarî vekin.

Di vî warî de endama Koordînasyona Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Efrînê Hena Kalo axivî.

Mamoste Hena: Ji ber dorpêçê dê 16 hezar xwendekar bê pirtûk bimînin

Mamoste Hena diyar kir ji ber ku pirtûk ne di destê xwendekaran in de, di aliyê xweperwerdekirinê de kêmasî derdikevin.

Li aliyekî din jî pirsgirêka sotemenî jî nemaze ku zivistan nêzîk bûye yek ji zehmetiyên herî girîng e ku îsal rastî warê perwerdeyê tê.

Desteyê hewl dide sotemeniyê peyda bike, lê miqdara ku hatiye peydakirin têra mehekê ye û ev jî bi xwe re çarenûsa xwendekarên seretayî bi xeteriyê re rû bi rû dihêle.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Efrînê ji ber ku rewşa aborî ya piraniya koçberan ne baş e, pêdiviyên perwerdê bê pere li xwendekaran belav dike.

Lê bi dijwarbûna dorpêçê re dê deste nikaribe heta pêdiviyên dibistanê jî peyda bike.

Li hemberî van zehmetiyan jî 850 mamoste amade ne ku pêşwaziya xwendekaran bikin.

Back to top button