SERGEY LAVROV TIRKIYÊ HIŞYAR DIKE

17 Îlona 2018’an Serokên Rûsya û Tirkiyê li ser avakirina herêma “bêçek” ji bo Idlibê li hev kirin.
Ji wê çaxê heta niha bi sedan kes birîndar bûne û hatine kuştin.
Rûsya gelek caran hişyarî da Tirkiyê ku divê komên çete ji wir derxîne, Herî dawî Wezîrê karê Derve yê Rûsyayê got, pêwîst e çavkaniya terorê Idlibê were tinekirin.

 

Bi nêzîkbûna lidarxistina toreya 12 a Astana, daxuyaniyên nû ji Rûsyayê derdikevn..

Wezîrê Karê derve yê Rûsya Sergey Lavrov di kongreyeke çapmeniyê bi hempîşeyê xwe yê Serbî re teqezî li ser pêwîstiya dîtina çareseriyeke siyasî ji bo Sûrî kir…

Lavrov ji bo Idlibê jî hişayarî da Dewleta Tirk û got,

Divê çavkaniya terorê li Idlibê were tinekirin, ji ber ku nabe komên çete li wir bimînin.

Çavdêr vê daxuyaniya Rûsya berî Astana mîna hişyarkirina Dewleta Tirk bi nav dikin ku, divê Tirkiyê wan komên girêdayî xwe tesfiye bike..

Leave a Reply

Back to top button