Siyasetmedar Mesûd Ebdilxaliq: Tirkiye bi rêya PDK’ê li dijî PKK’ê şer dike

Nerazîbûnên gel û hêzên başûrê Kurdistanê yên li dijî êrişên PDK’ê yên li ser gerîla roj bi roj zêde dibin. siyasetmedar û welatiyên ji herêma Germîyanê diyar kirin PDK li şûna dewleta Tirk şer dike û planên dewleta Tirk pêk tîne.

Şehîd kirina gerîllayan bi destê PDK’ê bû sedema nerazîbûna gelek alîyên Kurd.

Têkildarî mijarê welatîyên Germîyan ê Başûrê Kurdistanê û sîyasetmedar Mesûd Ebdulxaliq, ji Rojnews’ê re axivîn.

Mesûd Ebdulxaliq, liv û tevgera PDK’ê ya ber bi qadên gerîlla weke sedema êrîşan binav kir û got:

”Divê PDK zanibe ku, Tirkiye bi rêya wê şerê PKK’ê dike. Eger PKK li Qendîlê nebûya, Tirkiye dê DAIŞ’ê banîya li wir.

Yên ku şerê birakujî bikin, planên dagirkeran yên li ser Kurdistanê hêsan dikin.”

Mesûd Ebdilxaliq dîyarkir ku tevgera hêzên PDK’ê ên ber bi qadên gerîlla, bi zextên Tirkiyê çêdibin û wiha domand:

”Tirkiye li heremê 4-5 projeyên mezin dimeşîne. Tirkiye hewil dide projeyên Sewr, Lozan û Wîlayeta Mûsilê pêk bine.”

Siyasetmedar Mesûd Ebdulxaliq di dawî de got:

”Pêwiste Kurd, Tirkîyê ji heremê derxînin û derfetên vê yekê jî hene û divê hemû hêz û alîyên sîyasî yên Kurdistanî yekitîyê çêbikin û aramîya di navbera xwe de biparêzin.”

Welatiyên Germiyanê: Şehîdkirina gerîlayan plan dijmin e

Yek ji welatî û Pêşmergeyê Dêrîn Faxir Germîyanî got:

”Divê Kurd yekgirtî bin û nehelin Tirkiye bikeve xaka Kurdistanê. Di şerê birakujîyê de me berdelên giran da û ew êş hîn jî dewam dike. Êdî dem hatîye ku yekitîya xwe çêbikin. Nayê qebulkirin ku neheqî li yek Kurdî jî were kirin.

Dilêr Kerîm jî, şehîdkirina gerîllayan jî weke plana dijmin bi nav kir û got: ”Ev plana dijmina ne û ne cara yekeme ku bûyerên wisa çêdibin. Nabe ku xwîna Kurdan, bi destê Kurdan were rijandin.

Yek ji welatîyê Kelarê Helgurt Mihemed jî, şerê navxweyî ku berê li Başûrê Kurdistanê qewimîne weke bîranînên bi êş pênase kir û got:

Di dîroka me de, gelek êşên şerê Kurd bi Kurdan heye û me gelek zîyanên mezin dîtin. Kuştina Kurd bi destê Kurdan, plana Dewleta Tirk e. Em daxwaz dikin ku yekitîya netewî çêbibe.”

Back to top button