Piştî salekê li Libnanê hikûmet hat avakirin

Ev demeke dirêje ji ber aloziyên siyasî, aborî û civakî Libnan her di rojeva cîhanê de ye. Û ji ber van sedeman rêveberiya welat nedihat sazkirin..

Piştî salek ji hewldanan li Libnanê hukûmet hat avakirin. Lê ji niha ve nayê zanîn bê ka wê karibe aloziyên heyî çareser bike an na?

Di wextekî de ku Libnan bi mezintirîn aloziyan re rû bi rû bû 3 Tebaxa 2020’an li Bendera Beyrûtê teqîneke mezin pêk hat..

Û vê yekê hişt ku serokwezîrê demê Hasan Dîab dest ji kar berde..

Ji wê rojê û vir ve Libnan bê hikûmet bû.

Piştî salek ji hewldanan, îro Necîb Mîkatî yê ji bo avakirina hikûmetê hatibû erkdarkirin, li gel serok-komar Mîchel Aûn civiya.

Bi tevlîbûna serokê parlementoyê Nebîh Berrî, biryarnameya avakirina hikûmeta nû îmze kirin.

Necîb Mîkatî berî niha 2 caran serokatiya kabîneya hikûmetê kiribû.

Tevî ku piraniya wezîrên hukûmeta nû ne endamên partiyên siyasî ne jî lê ew di nava civaka Libnanê de weke siyasetvanên bi bandor têne naskirin..

Back to top button