Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Derdara yê Til Temirê topbaran kir

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Til Temir û Minbicê bi giranî topbaran kir.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Derdara yê dikeve bakurê navçeya Til Temirê bi obîs û hawnan topbaran kir.

Heta niha ti agahî li ser ziyanên topbarqanê nehatiye zanîn.

Dewleta Tirk a dagiker gundên Minbicê topbaran kir

Navenda ragihandinê ya Meclisa leşkerî a Minbicê ragihand ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê gundên Minbicê ên tijî sivîl topbaran kir.

Navendê da zanîn ku dagikeriya Tirk ji baragehên xwe yên li gundên Yaşlî û Toxara Biçûk bi cih bûne gundên Um Edese, Dendeliyê û Girê Camûsiyê topbaran kir.

Navendê diyar kir ku artêşa Tirk gundê Cebla Seyade, Toxara Mezin û Mehsenlî jî yên Bakurê Minbicê bi hawnan topbaran kirin

Di encama Topbaranê de ziyanên madî çêbûn.

Back to top button