Balafirên keşfê yên bê mirov ên Îranê hinek nuqteyên sînor ên Balekayetî û Bradostê yên girêdayî Hewlêrê bombe kirin.
Li gorî ajansa Rojnewsê duh êvarî derdora saet 7:00 rejîma Îranê gundê Berbezên, Bineperêz, Nawrûbaran ên herêma Biradostê bombebaran û topbaran kirin.
Bombebaran nêzî saetekê berdewam kir.
Tê gotin ku ziyana canî nebûne, lê herêmên hatine bombebarankirin şewat derketiye, ziyanên madî pêk hatine.
Rejîma Îranê hemwext gundên Dêge û Şêrkaweyan a Simêlan a Çoman jî bombe kirin.
Rejîma Îranê piştî 5 salan cara yekemîn balafir di êrîşên xwe de bi kar aniye.