
Dagirkeriya Tirkiyê êrişên xwe ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê nade rawestandin.
Herî dawî artêşa Tirk û çeteyên wê êriş birin ser gundewarên Eyn Îsa, Til Temirê û Minbicê.
Duh derdora saet 11:30 şev artêşa Tirk û çeteyên wê rêya M4 a Eyn Îsayê topbaran kir.
Artêşa Tirk di êrişê de xwaringeha Seqir a ser rêya M4 kir armanc.
Artêşa Tirk gundê derdara yê Til Temirê topbaran kir
Her wiha dagirkeriya Tirkiyê heman wextê gundê Derdara yê dikeve bakurê navçeya Til Temirê jî bi obîs û hawnan topbaran kir.
Dewleta Tirk gundên Minbicê topbaran kir
Navenda ragihandinê ya Meclisa leşkerî a Minbicê jî duh ragihandibû ku dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê gundên Minbicê ên tijî sivîl topbaran kirin.
Navendê da zanîn ku dagikeriya Tirkiyê ji baragehên xwe yên li gundên Yaşlî û Toxara Biçûk bi cih bûne gundê Um Edese, Dendeliyê û Girê Camûsiyê topbaran kirin.
Navendê diyar kir ku artêşa Tirk gundê Cebla Seyade , Toxara Mezin û Mehsenlî jî yên Bakurê Minbicê bi hawnan topbaran kirin
Di encama Topbaranê de ziyanên madî çêbûn.