Îsraîl..6 girtiyên Filistînê ku girtîgeha Celbû ya Îsraîlê reviya bûn ji wan 2 kes girtin

6’ê vê mehê, anku roja Duşemê, 6 girtiyên Filistînî ji zindana Celbû’ê ya bajarê Nasîre reviyabûn..
Piştî lêkolîn û lêgerîna 5 rojan, polîsa Îsraîlî ji her 6 girtiyan 2 girtin û bi dîmenekî belge kirin.

Piştî agahdariya welatiyekî, Mehmûd Ebdella Arîde yê 46 salî û Yaqûb Mehmûd Qadirî yê 49 salî li devera çiyayê Qefza yê Nasîre girtin.

Polîsa Îsraîlî kêliya girtina her du girtiyan bi dîmenekî belge kir.

Li gor agahiyan, li her 6 girtiyan Filistînî cezaya heta hetayê hatibû birîn.

Di çarçoveyê de, li ser kombûna xelkê ji bo her 6 girtiyan, her wiha ji ber avêtina nepoxên şewitîner; balafirên Îsraîlê hin deverên Hemasê bombebaran kirin.

Li gor berdevkê artêşê Efîxay Edriî, cihekî perwerdeyê, cihekî depokirina çekan, kargeheke çementoyê û çend cihên din hatin bobebarankirin.

Back to top button