Yekîtiya welatên Ereb..Divê Tirkiye dawî li provakasyonên xwe yên li herêmê bîne

Di civîna Wezîrên Karên Derve ya Welatên Ereban de ji dewleta Tirk hat xwestin ku provakasyonên xwe yên li Rojhilata Navîn rawestîne.
Tirkiyê jî bertek nîşan da.

9’ê Îlonê li paytexta Misirê Qahîreyê civîna Wezîrên Karên Derve ya Welatên Ereban hat lidarxistin.

Di civînê de hat diyar kirin li welatên Bakurê Efrîka û Rojhilata Navîn yên mîna Lîbya, Iraq û Sûriyê destwerdanên Tirkiyê gefê li ewlehiya herêmê dixwe.

Di civînê ji bo ku Tirkiye dawî li provakasyonên xwe bîne gelek bîryar hatin girtin.

Bi taybetî welatên Ereb destwerdana Tirkiyê ya li Lîbayayê şermezar kirin û êrişên Tirkiyê yên li ser Sûriyê jî red kirin.

Ev êriş weke binpêkirina rêgezên Peymana Neteweyên Yekbûyî û bîryarên Konseya Ewlekariyê hat nirxandin.

Tirkiyê jî bertek nîşanî bîryarên civîna Wezîrên Karên Derve yên Welatên Ereb da û hat gotin ew van îdia û bîryaran red dikin.

Back to top button