“Dijmin hewl dide şer di nava Kurdan de derxîne”

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Kobanê Ismet Şêx Hesen diyar kir ku dewleta Tirk dest bi şerê taybet kiriye û rojane êrişî herêmê dike.
Li kêlekan van êrişan hevakariya PDK’ê dê ji xwe re dê çi bîne? Her wiha Îsmet Şêx Hesen rûdanên dawî yên Efxanistanê bibîrxist û daxwaz ji kurdan kir ku, piştan xwe nedin ti hêzên derve û ji rûdanên Efxanistanê mînak derxînin.

Her diçe dewleta Tirk êrişên xwe li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir dike.

Roj bi roj jî pêwistîbûna gelê herêmê bi rêxistinkirineke leşkerî bêhtir dibe da ku parastina xwe ji dagirkeran bikin.

Têkildarî geşedan û bûyerên li Rojhilata Navîn û êrişên domdar ên dewleta Tirk fermandarê Meclisa Leşkerî ya Kobanê Ismet Şêx Hesen axivî.

Ismet Şêx Hesen diyar kir ku dewleta Tirk dest bi şerê taybet kiriye.

Ku bi rêya êrişên rojane li ser tevahî herêman û hedef girtina sivîlan hewil dide tirs û tevliheviyê di nava pêkhateyan de derxîne.

“Divê gel ji tiştê ku li Efxanistanê diqewime dersan bigire”

Şêx Hesen da xuyakirin ku divêtiya gelê herêmê bi hevgirtineke navxweyî heye, tu car xwe bi tu hêzên derve ve girê nede û bal kişand ser bûyerên ku li Efxanistanê qewimîn.

Ismet Şêx Hesen daxwaz li gel kir da ku li kêleka hêzên leşkerî, hêzên Erka Xweparastinê û Hêzên Parastina Civakî beşdarî parastinê bibin û wiha dewam kir.

Di dawiyê de fermandarê Meclisa Leşkerî ya Kobanê da diyar kirin ku destkeftiyên li herêmê bi saya fedakariyên şehîdan û têkoşîna rêber Apo hatiye bidestxistin, ji lew re bi taybet gelê Kurd divê gelên herêmê xwedî van destkeftiyan derkeve.

Back to top button