Salvegera êrişên 11 Îlonê

20 sal di ser êrişên 11’ê Îlonê re derbas bû..
Rêber Ocalan hê di kêliyên pêşî yên pişyî bûyerê de, êriş weke plana destwersaneke berfereh a hêzên cîhanî binav kiribû.
Ocalan gotibû, êriş wê rê li ber amadekirina pêvajoya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn veke.
Û ji xwe destwerdanên li Efxanistan û Iraqê, paşê rewşa aloz a li gelek welatên herêmê, tesbîta Rêver Apo a li ser mijarê piştrast kir.

Sal 2001..

Roja Sêşemê danê sibê,

Ji bajarên Boston, Waşîngton û Newarkê yên Amerîkayê 4 balafirên rêwiyan hatin revandin..

2 balafirên ku berê wan li Los Angelesê bûn, xwe li dilê navendên bazirganiya cîhanê burcên New Yorkê dan.

Balafira 3’an jî êrişî Pentagonê kir.

A 4’an li Pennsylvanyayê hate bê bandorkirin..

Di encama van êrişan de 2 hezar û 977 kesan jiyana xwe ji dest da û bi hezaran jî birîndar bûn.

Serokê wê demê yê Amerîkayê George Bush di kêliya pêşî ya van êrişan de daxuyaniyek wiha da:

Êdî wê ti tişt mîna berê nebe..

Bush bi van gotinan peyam destpêkirina pêvajoyeke bi êş û aloz da hemû cîhanê..

Li pey wê, lîderê El Qaîdê, Usame Bîn Ladîn berpirsiyariya êrişan girte ser xwe..

Û weke bersivdayînê, Amerîka biryara destwerdana li Efxanistanê da.

Pêşbîniyên Rêber Ocalan ên beriya 20 salan

19’ê Îlona heman salê Rêber Apo di hevdîtina li gel parêzerên xwe de, êrişên li Amerîkayê bi van gotinan şîrove kir:

Ev çalakiyeke kûr e. Ladîn bi tena serê xwe nikare bike. Ji bo êrişan zilamên Usame Bin Ladîn hatin bikaranîn.

Lê plana sereke ev e:

Ji Asya Navîn heta Rojhilata Navîn wê pêvajoya destwerdanê destpê bike.

Çawa ku nijadperestî rê li ber derketina Hîtler vekir, siyaseta Nifşê Kesk a Amerîkayê piştî salên 80’yî bû sedema derketina Ladîn.

Berpirsên vê siyasetê Amerîka û Îsraîl bixwe ne.

Di bin navê “terorîzmê” de wê bûyerên 11’ê Îlonê bikin bahaneya destwerdana li her deverê.

Eşkere ye ku bûyerên 11’ê Îlonê encama xwezayê ya şerê Îsraîl û Ereban e. Nijdaperestiya herdû aliyan rê li ber van êrişên mezin vekir.

Di vir de Efxanistan hate bikaranîn. Berdêla wê jî gelê Amerîkayê da.

Di encamê de êrişên 11’ê Îlonê, hewldana destpêkirina Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bû.

Rêber Apo di nirxandina xwe de îşaret bi xaleke girîng kiribû:

Wê Iraq bibe navenda sereke a şer û destwerdanê.

Li pişt vê operasyona Rojhilata Navîn, Amerîka, Îsraîl û Îngilîstan hene.

Di rewşeke wiha de Tirkiyê û Erdogan wê nikaribin dengê xwe bilind bikin.

Rêber Apo piştî êrişên 11’ê Îlonê bi 2 salan, ev mijarê li nirxandinên xwe zêde kirin:

Hin beşên li Tikriyê bi êrişên 11’ê Îlonê re ketin qonaxeke nû.

Xwestin PKK’ê û El Qaîdê mîna hev nîşan bidin. Lê di rastiyê de yê herî zêde di warê îdeolojîk de nêzî El Qaîde, AKP ye.

Back to top button