ALÎKARÊ WEZÎRÊ DERVE YÊ EMERÎKAYÊ: HEBÛNA ME LI ROJHILAT-BAKURÊ SÛRÎ, MISOGERIYA PARASTINA HEVKARÊN ME LI DIJÎ GEFAN E

Alîkarê wezîrê Karên Dervê yê Emerîka yê karûbarên Rojhilata Navîn Devîd Seterfîld derbarê mayîna hêzên Emerîkî li Bakur-Rojhilatî Sûrîyê de axivî . 

Devîd Seterfîld di axaftineke xwe de li gel radyoya bi navê ”ELKUL” de got:

”Da ku çeteyên DAI’Ş’ê careke din xwe li herêmên Bakur û Rojihlatê Sûrî xwe birêxistin nekin, wê pêngavên me li herêmê dewam bin, nemaze li dijî şaneyên razî”

Devîd Seterfîld bal kişand ser gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî û ev tişt anî ziman:

”Hebûna hêzên me li herêmê, ji bo parastina hevkarên me yên ku di şerê dijî DAI’Ş’ê de bi me re hevkar bûn, li dijî hemû gefên li ser herêmê misogerî ye.

Ji bo ku herêm rastî valahiyekê neyê û da ku em aramiya herêmê biparêzên, hêzên me wê li wir bimînin.”

Leave a Reply

Back to top button