Li Idlibê 2 leşkerên Tirk hatin kuştin

Li Idlibê di encama teqîna mayînekê de 2 leşkerê Tirk hatin kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn.

Çavdêriya Mafê Mirova a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di encama teqîna mayînê ya li ser rêya Bînş-Idlibê ya dikeve bakurê Idlibê de, 2 leşkerên Tirk hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn.

Çavdêriyê ragihand ku koma bi navê ‘Siriyet Ensar Ebûbekir Siddik’ êrîş li xwe girtiye.

Wezareta Parastinê ya Tirk jî anî ziman ku yên mirine çawîşê pispor ê bejahî Mucahîd Sinirtepe û Remezan Demîr e.

Back to top button