KCK: Hedefa me ya sala 2. hilweşandina faşîzmê û pêkanîna azadiya rêber Apo ye

Konseya Rêveber ya KCK’ê bi boneya sala duyemîn ya Pêngava Dem Dema Azadiyê ye daxuyaniyek da. KCK’ê diyar kir di sala duyemîn de wê faşîzma AKP-MHP’ê hilweşînin, azadiya Rêber Apo pêk bînin û dagirkeriya li hemû beşên Kurdistanê bi dawî bikin.

KCK’ê bang li gelê Kurd yê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, dostên gelê Kurd, hêzên demokrasiyê kir ku di sala duyemîn de beşdarî pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” bibin û têkoşîna xwe bilind bikin.

Konseya Rêveber ya Koma Civakên Kurdistanê-KCK’ê bi boneya salvegera 1’emîn ya pêngava “Li dijî Tecrîdê, Faşîzmê û Dagirkeriyê, Dem Dema Azadiyê ye” daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KCK’ê bibîrxist, ev pêngava ku di 12’ê Îlona sala 2020’an de hate destpêkirin salek li pey xwe hişt û bû pêngaveke dîrokî.

KCK’ê da zanîn bi vê pêngavê re desthilata faşîst a AKP-MHP’ê hatiye ber hilweşînê û wiha got,

“Faşîzma AKP-MHP’ê di sala 2020’an de li der û hundir li dijî gelê Kurd û hêzên demokkrasiyê êrişên xwe zêde kir.

Bi polîtîkaya êrişkar ya ku li Sûriyê, Lîbya û Iraqê dimeşand û bi êrişên li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê xwest hegemonyaya xwe bide qebûlkirin.

Armanca wê ya bi van êrişan ew bû ku hêza xwe ya siyasî zêde bike, Tevgera Azadiya Kurdisitanê têk bibe û qirkirinê bibe serî.”

KCK’ê diyar kir pêngava, “Dem Dema Azadiyê ye” di demeke ku ev êriş zêde bûbûn hat destpêkirin û serketineke mezin bi dest xist.

KCK’ê da zanîn ev pêngava ku di 12’ê Îlonê de bi rihê berxwedana 14’ê Tîrmehê hat destpêkirin li dijî faşîzmê demeke têkoşînê ya nû destpêkir û wiha dewam kir,

“Têkoşîna ku di di çarçoveya vê pêngavê de bi pêş ket rûyê rast yê desthilata AKP’ê eşkere kir.
Têkoşîna ku hat meşandin hişt ku desthilata AKP’ê ya faşîst ji rewşa êrişê bikeve rewşeke xwe parastinê.

Êrişên niha ku tên kirin jî ji bo pêşî li têkçûna xwe girtinê ye.”

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin Pêngava “Li Dijî Qirkirina Jinan, Dem Dema Parastina Jina Azad û Civakê ye” ya ku Tevgera Azadiya Jin destpêkiribû piştgiriyeke mezin daye pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” û jinan pêşengî ji pêngavê re kirine.

Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir girtîgehan, gerîla, gelê Kurd yê li çar beşên Kurdistanê û li Ewropayê bi awayekî çalak tevlî pêngavê bûn û alîkariyeke mezin kirin.

KCK’ê bang li gelê Kurd yê li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, dostên gelê Kurd, hêzên demokrasiyê kir ku di sala duyemîn de bi pêşengiya jin û ciwanan beşdarî pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” bibin .

Ji bo azadiya Rêber Apo, avakirina Kurdistaneke Azad û Tirkiyeya Demokratîk û Rojhilata Navîn ya Demokratîk têkoşîna xwe bilind bikin.

Back to top button