Di salvegera 1’mîn a pêngava azadiyê de bila girev bi encam bibin

Girtiyên ji doza PKK û PJAK’ê weke hêzeke çalak a Pêngava “Dem dema azadiyê ye” li zindanên rêjîma Tirk dest bi çalakiyên gireva birçîbûnê kiribûn.

Di salvegera yekemîn a pêngavê de Komîteyên Zindanê yên PKK û PJAK’ê ev bang li girtiyên çalakger kirin:Em tevlîbûna hevriyên xwe a berxwedanê têrker dibînin û bawer dikin ku di salvegera pêngavê de wê çalakiyên xwe bi encam bikin

Têkildarî salvegera yekemîn a Pêngava “Dem dema azadiyê ye” Komîteya Zindanê a PKK’ê û PAJK’ê daxuyaniyek da.

Komîteyan bi bîr xist ku armanca bingehîn a pêngavê têkbirina faşîzma Tirk bû û wiha dewam kir:

Li dijî Tecrîd, Faşîzm û Dagirjeriyê KCK’ê par 12’ê Îlonê pêngava binavê “Dem dema azadiyê ye1” ragihand.

Wek tê zanîn hevrêyên me ji sala 2018’an ve li dijî tecrîdkirina Rêber Apo di nava berxwedanê de ne.

Di oxira vê berxwedanê de 8 hevalên me şehîd bû. Biryaradiya berxwedêran dewleta Tirk neçar kir rê bide hevdîtina li gel Rêber Apo.

Piştî ku rêjîma Tikr careke dikin li siyaseta xwe vegeriya, pêvajoyeke nû ya berxwedanê destpêkir.

Di salvegera 40.î ya faşîzma 12’ê Îlonê pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” destpê kir.

Hevriyên me ên girtî jî bi rihê berxwedana 14’ê Tîrmehê li kêleka gerîllayên azadiyê, bûn hêza çalak a pêngavê.

Bi vê yekê yekê hevalên girtî careke din nîşan da ku ew ê di bin her şertî de bibin palpiştê têkoşîna azadiyê.

Li gel êriş û zextên giran jî li her zindanê çalakiyên girevên birçîbûnê dewam kirin.

Di salvegera xwe a yekemîn de pêngava azadiyê derbas qonaxeke nû dibe.

Weke tê zanîn bi dehê salen hevriyên me zindan kirine navendên berxwedanê. Bi ti awayê stûyê xwe li hemberî êrişan netewandine.

Di pêngava “Dem dema azadiyê de” jî bi erk û berpirsiyarên xwe rabûn.

Em di wê baweriyê de ne ku hevriyên me di nava sala derbasbûyî de keda tê xwestin dane.

Bi vî bîr û baweriyê banga me ji bo hemû hevalên berxwedêr ew e ku di salvegera yekemîn de çalakiyên xwe bi encam bikin.

Hêviya me ew e ku bersiveke erênî ji bo vê banga me were dayîn.

Back to top button