Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku 187 kesên din bi Vîrûsa Coronayê ketine.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa diyar kir ji kesên ku pê ketine 112 mêr û 75 jin in.
Mistefa piştrast kir ku 8 kesên berê bi Koronayê ketibûn, baş bûne.
Tevî van daneyên dawiyê heta niha li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 22 hezar û 831 kes bi Koronayê ketine, 802 kes jî mirine û 2 hezar û 12 kes jî ji Koronayê baş bûne.