Serokwezîrê Îsraîl li dijî Îranê banga ketina tevgerê li qada navnetewî kir

Serokwezîrê Îsraîl Naftali Bennett ji civaka navneteweyi xwest ku li diji Îranê bilez bikevin tevgerê.

Naftali Bennett bi daxuyaniyeke nivîskî rapora Ajansa Enerjiya Atomî ya Navnetewî (UAEA) ya derbarê xebatên nukleerî ya Îranê nirxand.

Bennett bal kişand ser rapora 7’ê Îlonê ku ajansê parvekirî û wiha got:

Îran bi domdarî li ser bernameya nukleerî qada navnetewî dixapêne.

Serokwezîrê Îsraîl anî ziman ku Îran bernameya nukleerî pêşdixe û sozên xwe yên di qada navnetewî de binpê dike.

Bennett careke din ragihand ku ewê rênedin Îran bibe xwedî çekên nukleerî.

Û careke din rêveberiya Îsraîlê danûstandinên ji bo peymana nukleerî ya bi Îranê re weke bêsûd binav kir.

Di rapora ajansê ya dawiyê de hat gotin, Îranê ji Gulanê ve ji sedî 60 ûranyûma dewlemendkirî çarqat zêde kiriye.

Back to top button