Şervan Derwîş: Dagirkeran di hefteyekê de 211 top û moşek li gundên Minibicê xistin

Êrişên dewleta Tirk ya Dagirker û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî dewam dike. Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker axivî û destnîşan kir ku dewleta Tirk di hefteya borî de 211 top û moşek li gundên derdora Minbicê xistin e.

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Kobanê Ismet Şêx Hesen jî derbarê êrişên dewleta tirk a dagirker yên li ser herêmê axivî û bal kişand ser girîngiya xurtkirina xweparastinê.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê bê navber dewam dikin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên li dijî bakur û rojavayê Minbicê ku sivîl lê dijîn zêde kirine.

Dewleta Tirk ji baregeha xwe ya li gundê El-Yaşlî û baregehên li gundên rojhilatê Babê, êrişî gundên bakur û rojavayê Minbicê
kirin.

Berdevkê Meclîsa Leşkerî yê Minbicê Şervan Derwîş derbarê êrişan de ji ANHA’yê re axivî.

Derwîş diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di hefteya bihorî de zêdeyî 211 top û moşek avetine gundên bakur u rojavayê Minbicê.

Şervan Derwîş bêdengiya navneteweyî ya li hember sûcên dewleta Tirk rexne kir û got:

“Bêdengiya navneteweyî dihêle ku dewleta Tirk êrişên xwe li dijî gel û hêzên me zêde bike û hemû pîvan û nirxan bin pê dike.”

Şervan Derwîş destnîşan kir ku êriş ne nû ne, ji dema rizgarkirina Minbic ji terora DAIŞ’ê ve, gundên herêmê bi êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê re rû bi rû ne.

Îsmet Şêx Hesen: Li dijî êrişan parastina welat erka her kesî ye

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Kobanê Ismet Şêx Hesen jî bal kişand ser girîngiya xurtkirina xweparastinê ya li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê.

Ismet Şêx Hesen diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî zêde kirine û got;

“Dewleta Tirk rojane bi hawan, balafirên bêmirov êrîşî herêmê dike û sivîlan hedef digire.

Şêx Hesen diyar kir ku armanca van êrişan derxistina tirs û tevliheviyê di nava gelên herêmê de ye, şêniyan ji warê wan dûr bixe û baweriya wan bi Rêveberiya Xweser qels bike.

Ismet Şêx Hesen bang li welatiyan kir ku li kêleka hêzên parastinê bisekinin û gel û xaka xwe biparêzin.

Back to top button