Yemen..Hûsiyan Bendera El Mexa bi moşekan kir armanc

Hêzên Hikumeta Yemenê ragihand ku Hûsiyan bi moşekan êrişî bendera El-Mexa ya bazirganiyê ya li başûr rojavayê welat kir.

Berdevkê Hêzên Hevpar ê artêşa Yemenê Ebid Rebû li berava rojavayê Yemenê ragihand ku piştî şandeyeke hikumî ya Wezareta Veguhestinê serdana bendera bazirganiyê kir da ku dest bi kar bikin, Hûsiyan binsaziya benderê bi 3 moşkan û 6 balafirên bê pîlot kirine armanc.

Hêzên hikumetê diyar kir ku balafireke bê pîlot a bombekirî depoyeke alîkariyên mirovahî ya girêdayî “Şaneyê mirovahî ya berxwedana neteweyî” kir armanc.

Hêzên hikumetê heta niha asta zirarên ku gihaştine benderê eşkere nekirin.

Piştî ku paytexta Sana 2014’an kete destê Hûsiyan, şerekî giran dest pê kir.

Li gorî rêxistinên mafê mirovan bi deh hezaran kes mirin.

NY’yê diyar kir bi milyonan kes mecbûr man ku koçber bibin.

Her wiha pêwistiya 16 milyon Yemenî ya bi alîkariya mirovî jî heye.

Back to top button