PAD ê wê bi awayeke fermî tevlî hilbijartina Iraqê bibe

Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan-PADÊ cara duyem dê bi awayekî fermî beşdarî hilbijartinên parlementoyê ya Iraqê bibe. Namezetê Partîyê jî Semîr Derwêş e. Di bernameya PADÊ’ê de xalên mîna “Mîsogerkirina mafê xweseriyê û naskirina mafê xweparastinê ji bo Êzîdiyan” cih digirin.

Di 10’ê meha 10’an de hilbijartinên pêşwext yên parlementoya Iraqê wê pêk werin.

Cara duyem Partiya Azadî û Demokrasî ya Êzîdiyan (PADÊ) tevlî hilbijartinên parlementoyê ya Iraqê dibe.

Semîr Derwîş piştî nêrîna hevpar a gelê Şengalê û saziyên Rêveberiya Xweser weke namzet hate diyar kirin.

Bernameya wê ji 10 xalên sereke pêk tê û xala bingehîn jî mîsogerkirina mafê ‘Xweseriyê ji bo Şengalê û civaka Êzîdiyan e.

Ji bo danasîna bernameya hilbijartinê ya PADÊ li Şengalê xebateke berfireh tê meşandin.

Yek ji aliyê vê xebata berfireh jî eşkerkirina 10 xalên bernameya hilbijartinê ye.

Hin ji xalên sereke yên bernameya hilbijartinê ya PADÊ ev in:

Ji bo Şengal di nava dewleta Federal a Iraqê de bibe herêmeke ‘Xweser’ kar were kirin.

Ji bo fermana di 3’yê Tebaxa 2014’an de bi ser Êzîdiyan de hat, weke qirkirin (Jenosîd) were naskirin û berpirsên bûne sedema fermanê werin dadgehkirin û cezakirin, kar bê meşandin.

Ji bo Êzîdiyên di dema fermanê de dîl ketine destê DAIŞ’ê werin vegerandin û ji bo paşeroja wan kar were meşandin.

Ji bo vegera koçberan a li herêmê şert û mercên pêwîst werin avakirin û derfetên xizmetgûzariyê werin zêdekirin.

Misogerkirina mafên malbatên şehîdan û kesên ji destê DAIŞ’ê zirar dîtine.

Her cûre planên weke peymana 9’ê cotmehê ku li derveyî îradeya gelên Şengalê hatine çêkirin, red dike.

Back to top button