Bi sedan şêniyên Şedadê cenazeyê şervanê Hêzên Xweparastinê Samî El-Or li goristana şehîdan a Şedadê oxir kir..
Samî El-Or 6’ê Îlonê li Dêrazorê şehîd bûbû.
Bi sedan şêniyên Şedadê, gundewarê wê, endamên komîte û saziyên sivîl û leşkerî tevli merasîmê bûn.
Şêniyan, cenazeyê şehîd ji nexweşxaneya Hesekê wergirt û ber bi goristana şehîdan ve ketin rê.
Li goristanê kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin, soza dewamkirina riya şehîd dan û piştrast-kirin ku bi saya şehîdan gelên herêmê azad bûn.
Hat gotin ku dê axa Sûriyê ji dagirkera Tirk were rizgarkirin.
Piştî axaftinan nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.
Dawiya merasîmê, girseya gel cenazeyê şehîd veşart.