Balefirên Îsraîl êrişî xalên Hemas yên li şerîda Xezza kir

Balafirên şer ên Îsraîlê di saetên serê sibê de êrişî deverên cuda yên Şerîda Xazzeyê kir.

Di êrişê de bakur û başûrê Xezzayê hatin armanckirin.

Hat diyarkirin ku di êrîşan da zeviyek çandiniyê û du mewziyên komên Filistînê bûn armanc.

Di êrişa li başûrê Xazzeyê de jî agir bi hinek avahiyan ket.

Artêşa Îsraîlê ev êriş weke bersiva êrişa çekdarên Hemas ya li dijî xwe nîşan da.

Îsraîlê îdia kir ku sîstema wan ya parastinê roketek ku ji Xezayê ber bi herêmên wan ve hatî avêtin, bêbandor kiriye.

Di dema êrişê de, demê sîrenan ji herêma Eşkolê hate bilind bû.

Îsraîl: Ji 6 girtiyên reviyayî 4 hatine girtin

Di vê navberê de Îsraîlê ragihand ku hêzên wan ji 6 kesên ku ji girtîgeha Gilboa reviyabûn 2’yên din jî girtine.

Bi vî awayî ji 6 kesên ku 6’ê Îlonê reviyayî 4 hatine girtin.

Li Filistînî ji bo piştevaniya bi girtiyan re di nava çalakiyan de ne

Piştevaniya bi girtiyan re jî, pevçûnên navbera artêşa Îsraîl û Filistîniyan de jî zêdetir kiriye.

Back to top button