Guterres: Avabûna hikumetê ji bo Libnaniyan gaveke girînge

Piştî 13 mehan ji krîza siyasî û aborî doh hikumeta Libnanê hate avakirin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Guterres, ev gav ji bo Libnaniyan weke agaveke erênî binav kir.

Antonio Guterres têkildarî avakirina hikumeta nû ya Libnanê di konfranseke rojnamevanî de axivî.

Guterres yê ev pêngav bi girîng binav kir, ji Serokwezîrê Libnanê Necîb Mîkatî re serkeftin xwest.

Sekreterê Giştî yê NY di derbarê hukumeta nû de got,

“Bê guman gelek tiştên din jî hene ku bêne çareser kirin lê ev ji bo her tiştê din şertê bingehîn bû.

Ez hêvî dikim ku civat û hêzên siyasî yên cuda yên Libnanê li hev bicivin da ku Libnanî bikaribe rewşa dramatîk a ku niha pê re rû bi rû ne derbas bike.”

Piştî 13 mehan hikumeta Libnanê hat avakirin

Hêjayî bibîrxistin ye piştî teqîna 3 Tebaxa 2020’ê ya li Bendera Beyrûtê û şûnde, Serokwezîr Hasan Dîab îstifa kiribû.

Ji wê rojê ve Libnan bê hikumet bû.

Necîb Mîkatî yê ji bo avakirina hikumetê hatibû erkdarkirin, doh piştî nîvroyê bi Serokkomar Mîchel Aûn re civiya.

Herdu rêveber, li gel serokê parlementoyê Nabîh Berrî ku amade bûn, biryarnameya avakirina hikûmeta nû îmze kirin.

Makitî, wê roja sibe bi hikumeta ji 24 wezîran pêk tê re bicive.

Back to top button