Lavrov: Pêwistî bi fikirandina li ser gotinên Serokdewletê Ukrayna Zelenskiy nake

Di navbera Ukrayna û Rûsya de, peyamên derketina şerekî têne dayîn.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsya Lavrov got, pêwist nake gotinên Zelenskiy li ber çavan jî werin girtin.

Sergey Lavrov li Soçî di forumeke rojnamevaniyê de axivî.

Lavrov li ser gotinên Serokdewletê Ukrayna Volodemir Zelenskiy ya dibe şerek li gel Moskowa pêk were wiha got:

Ev daxuyanî “ji bo binpêkirina her bendek peymanên Mînskê” ye.

Em bi domdarî li gel danûstandinên başkirina peywendiya li gel Ukraynayê ne.

Lavrov her wiha anî ziman ku pêwistî pê nake ku gotinên Zelenskiy li ber çavan were girtin.

Zelenskiy: Dibe ku şerê me bi Rûsya re pêk were

Zelenskiy doh di axaftinek xwe ya li Forumek li paytext Kîevê de gotibû;

Îhtimalek mezin heye ku di navbera wan û Moskowa de şerekî mezin rû bide.

Di heman demê de anî bû ziman ew ji danûstandinek berfireh ya li gel Serokdewletê Rûsya Vladimir Putin re amade ye.

Back to top button