20 sal di ser êrişa 11’ê Îlonê ya li dijî DYA re derbas bû

20 sal di ser êrişa 11’ê Îlonê ya li dijî DYA re derbas bû.
Di êrişê de, nêzî 3 hezar kesan jiyana xwe ji dest da.
Êrişa 11’ê Îlonê ne tenê Amerîka, cîhan jî da guhertin.
Efxanistan û Iraq bûn qada dagirkirinê.
Nêzî nîv milyon kes li van welatan di êriş û bûyeran de hatin kuştin.
Belê piştî 20 salan cara yekeme 11’ê Îlonê Kabul di bin kontrola Talîbanê de ye.

Sal 2001..

Roja Sêşemê danê sibê,

Ji bajarên Boston, Waşîngton û Newarkê yên Amerîkayê 4 balafirên rêwiyan hatin revandin..

2 balafirên ku berê wan li Los Angelesê bûn, xwe li dilê navendên bazirganiya cîhanê burcên New Yorkê dan.

Balafira 3’an jî êrişî Pentagonê kir.

A 4’an li Pennsylvanyayê hate bê bandorkirin..

Di encama van êrişan de 2 hezar û 977 kesan jiyana xwe ji dest da û bi hezaran jî birîndar bûn.

Ji 78 netewan mirovên di van bûyeran de jiyana xwe ji desta dan.

Ev êriş bi qasî 120 milyar dolar ziyan li aboriya Amerîka kir.

Her wiha li New York City jî ji ber êrişê 60 milyar dolar ziyan li binesaziya wê bû.

Serokê wê demê yê Amerîkayê George Bush di kêliya pêşî ya van êrişan de daxuyaniyek wiha da:

Êdî wê ti tişt mîna berê nebe..

Bush bi van gotinan peyam destpêkirina pêvajoyeke bi êş û aloz da hemû cîhanê..

Li pey wê, lîderê El Qaîdê, Usame Bîn Ladîn berpirsiyariya êrişan girte ser xwe.

Û weke bersivdayînê, Amerîka biryara destwerdana li Efxanistanê da.

Di bin navê Oparasyona Aştiya Mayînde de,

Bi pêşengiya DYA hilweşandina rêveberiya Talîban û şikandina tora terorê ya Usame bin Ladîn li Efxanistanê, şerekî 20 salî hate kirin.

Piştî ku rejîm hat rûxandin gelek endamên Talîbanê reviyan Pakistanê.

Bin Ladîn 2’ê Gulana 2011’an di operasyoneke Amerîka ya li Pakistanê de hat kuştin.

Di nava 20 salên li Efxanistanê, bi giştî 241 hezar kes hatin kuştin.

Hîna çend roj mayîn ji 20. salvegera êrişa 11’ê Îlonê re, Kabul careke din ket bin kontrola Talîbanê.

Her wiha yek ji welatê din yê piştî êrîşa li Amerîkayê hatî dagirkirin Iraq bû.

Adar 2003’an jî Amerîka Iraqê dagirkir û rejîma Seddam Huseyîn rûxand.

Piştî dagirkirina li van herêman komên nû yên terorî ku mîna DAIŞ derketin.

Û rewş ku piştî dagirkeriyê li Rojhilata Navî derketî jî li ber çava ye.

Back to top button