Têkildarî guherîna avûhewayê, Guterres got: Em hîna jî di xew de ne

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Guterres ji bo ku balê bikişîne ser guherîna avûhewayê got, cîhan bi devereke şaş ve diçe.

Antonîo Guterres di axaftina xwe ya li Lijneya Giştî ya NY’yê de, diyar kir ku rewşa Covîd-19 nîşaneya alarmê ye û got,

”Em hê jî di xew de ne.”

Guterres ê ji bo nirxên hevpar bal kişande ser mijara biryarên hevpar û got divê demildest tevgerek çêbibe.

Sekreterê Giştî yê NY her wiha rexne anî ser wan welatên ku deriya covid-19’ê hilberandine lê kêmin.

Antonîo Guterres diyar kir biryarên ku bêne standin wê bandorê li ser dema pêş bikin û ev tişt anî ziman.

”Ji bo paşerojek ekoljîk û ewletir pêwiste em biryarên nû bistînin.”

Guterres diyar kir ji bo parastina nirxên hevpar divê çanda piştevaniyê were çêkirin, rêbazên nû yên xebatê werin peydakir inû û banga ”ji bo rewşên lezgîn platformek” were avakirin kir.

Back to top button