HDP’Ê: BI DERBA KUŞTINÊ ÊRÎŞ BIRIN SER WEKÎLÊN ME

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê li dijî êrîşên li ser wekîlên wan helwesteke tund da û got, Bi derba kuştinê bi ser wekîlên me de hatine. HDP’ê diyar kir tevî her tiştî ew ê berxwedana xwe bidomînin.

Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê derbarê êrîşên polîsên Tirk ên li ser wekîlên HDP’ê de daxuyaniyek da û wiha got;

Di êrîşa polîsan de , wekîlên me bûne hedef û bi derba kuştinê êrîş birine ser wan.

Dema ku wekîla me Remziye Tosûn rakirine nexweşxanê jî polîsan êrîş kirin.

Têkildarî polîsên ku bi derba kuştinê bi ser wekîlên me de çûn wê pêvajoya hiqûqî were destpêkirin, gilih were kirin, em ê serlêdanên xwe yên cezaî, hiqûqî û îdarî bişopînin.

Divê were zanîn, li gel hemû polîtîkayên zextê û têkoşînê, em û wekîlên me, em ê piştevaniya xwe ya li vê berxwedana heq û rûmetdar bidomînin.

Ji bo ku dawî li nehiqûiya tecrîdê were û ji bo domdariya jiyanê em ê her cure destekê bidin û hewl bidin.

Leave a Reply

Back to top button