NY: Talîbanê êrişî xwepêşandêran kir, 4 kes hatin kuştin

Talîban bi tirsê dixwaze deshilata xwe li ser Efxanan bide pejirandin.
Lê civaka Efxan jî bi xwepêşandanên lidar dixe, naxwaze vegere serdema beriya 2001’an.
Neteweyên Yekbûyî ragihand ku di xwepêşandanên li dijî Talîbanê de, herî kêm 4 kes hatine kuştin.

Berdevka Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Ravina Shamdasani di daxuyaniyek xwe ya li Cenevreyê de diyar kir ku Talîban ji bo xwepêşandêran belav bike, çek, qamçî û darbeyan bikar tîne.

Ravina Shamdasani anî ziman ku wan agahî girtine Talîban bi zorê li malan geriyane da ku yên beşdarî xwepêşandanan bûne bigrin.

Di nava hefteyê de, Talîbanê bêyî destûra Wezareta Karên Hundir tevahî çalakiyên li seranserê Efxanistanê qedexe kir.

Di xwepêşandanên pêk hatin de herî kêm, 4 kes ji aliyê çekdarên Talîbanê ve hatin kuştin.

Shamdasani daxuyakirin ku li welat zextek zêde heye û gelek caran jî çekdarên Talîban gef li rojnamevanan jî xwariye.

Berdevka NY anî ziman ku gefa serjêkirinê li rojnamevanekê hatiye xwarin.

Di xwepêşandanên rojên dawî pêk dihatin de, 2 rojnamevan ji aliyê çekdarên Talîbanê ve hatibûn binçavkirin.

Back to top button