Ava Sor ya li Urdinê Wezareta Avê xist tevger

Li Urdinê ava sor welat xistiye nava mereqek zêde.
Ava sor li devera Deryaya Mirî bû sedema ku Wezareta Avê bikeve nava tevgerê.

Piştî ku jimarek pêşengên medya civakî wêneyên hewzek ava sor li Urdunê belav kirin, Wezareta Avê kete nava tevgerên sedema sorbûna avê.

Wezaretê piştrast kir ku “ev ava sor a ku li devera Deryaya Mirî xuya bû ji deryayê qut bûye.”

Berdevkê wezaretê Omer Selema, piştrast kir ku tîmên taybetî yên Wezareta Avê ji bo kolîna hewzê ku ava sor lê ye, mînak girtin û ji analîzê re şandin laboratûwaran.

Omer Selema tekez kir ku “dê encam di demek nêzîk de werin eşkere kirin.

Ava sor, ya ku sedemên xwe nayê zanîn ka ji ber çi ew reng girtiye, vê sibehê li nêzî Deryaya Mirî a li devera nûjen a Ghor ku dikeve başûrê Urdinê hate dîtin.

Avê di demeke kin de li nava tora medya civakî bû sedema nîqaşan.

Back to top button