Şêniyên bajaroka Silûkê ya Girê Spî li dijî sûc û hovîtiya çeteyan daketin qadan.
Li gorî nûçeya ANHA’yê êla El-Neîm û êlên din ên bajarokê Silûkê yê dagirkirî îro li pêşiya baregeha Firqeya 20’an a çeteyên dewleta Tirk xwepêşendan li dar xist.
Di xwepêşandanê de bang kirin ku çeteyên ku îşkence li Elî El-Ferîc kirine radestî wan were kirin.
Hat diyar kirin ku ser-çeteyekî ji bo sivikkirina hêrsa xwepêşendanan ji wan re got, çeteyên sûcdar radestî dadgeha leşkerî hatine kirin.
Hêjayî gotinê ku hefteya borî, dîmenek hate belavkirin û tê de 2 çeteyên Siqûr El-Sune yên bi navên Ebû El-Haris û Ebû Cîhad bi awayekî hovane îşkence li ciwanê bi navê El-Ferîc dikirin.