Odeya Endizyaran a Reqayê kongreya xwe ya 3’emîn bi diruşma “Armanc û Dijwarî”li dar xist.
Kongre li xwaringeha Erd Seîda ya dikeve rojavayê bajarê Reqayê pêk hat.
Endizyar, endamên saziyên sivîl, Meclisa Sûriya Demokratîk, Partiya Sûriya Pêşerojê, Meclisa Qanûnsaz û endamên Şaredariya Gel a Reqayê beşdarî kongreyê bûn.
Di kongirê de cîgirê serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Reqayê Zelîxa Ebdî rewşa siyasî nirxand û got:
“Dewletên derve yên bi nakok temenê aloziya Sûryê dirêj dikin da ku berjewendiyên xwe pêk bînin.
Hevseroka Odeya Endizyaran a Reqayê Ayat El-Xeşab rapora xebatên sala borî ya odeyê xwend û ji aliyê beşdaran ve hate nirxndin.
Paşê, ji 18 ber-namzetan, 7 endam wekî rêveberiya Odeya Endizyaran a Reqayê hatin hilbijartin.
Endamên nû yên rêveberiyê li pêşiya beşdaran sond dan ku dê li gorî rêgezên neteweya demokratîk û ji bo berjewendiyên gel kar bikin.