Ji aliyên kesên nenas ve êrişek bi dronan ser balafirxaneya Hewlêrê pêk hat

Duh bi şev bi riya dronan êriş ser balafirxaneya Hewlêrê pêk hat, nehat zanîn ku ev êriş ji aliyê kê ve pêk hatiye.

Duh di saetên şevê de êrişeke bi dornan ser balafirxaneya Hewlêrê pêk hat.

Li gorî agahiyan ti ziyanên canî pêk nehatiye.

Hat zanîn ku êriş bi riya 2 doranan pêk hatiye ku yek ji wan ji aliyên Koalisyona Navdewletî ve hê li hewayê hat xistin û ya din jî ketiye xwarê.

Asayişa Hewlêrê derbarê mijarê dest bi lêkolînê kir.

Hate zanîn ku ji ber êrîşê geştên asmanî li balafirxaneyê ji bo demekê hat ragirtin.

Rêveberiya balafirxaneya Hewlêrê jî diyar kir ku çûnhatina balafiran asayî bûye.

Back to top button