Girtiyên Behdînan..72 girtî dijî neheqiya ser wan dest bi greva birçîbûnê kirin

Nûnerê Xizmên Girtiyên Behdînan ragihand ku 72 girtiyên Behdînanê dijî neheqiya ser wan dest bi greva birçîbûnê kirine.

Nûnerê Xizmên Girtiyên Behdînan Eyhan Seîd diyar kir ku ji 6’ê Îlonê ve 72 girtiyên Behdînanê ku ji rojnameger, aktîvîst, mamoste, pêşmergeyên dêrîn û nivîskaran pêk tê dest bi greva birçîbûnê kiriye.

Her wiha rewşa tenduristiya girtiyan ne baş e û gelek kîlo kêm kirine.

Eyhan Seîd daxwaz ji NY û aliyên berpirsyar yên li Başûrê Kurdistanê û Iraqê kir ku ji bo mafên rawa yên girtiyan zextê bikin.

Seîd daxwaz kir ku divê her daxwazên girtiyên Behdînan were pêkanîn, ew jî ev in:

-Rê were dayîn girtî bikarin malbat û parêzerên xwe bibînin.

-Girtî ji Girtîgeha Asayîşê werin veguhestina Girtîgeha Çaksazî ya Gewran, ji ber ku Girtîgeha Asayîşê gelek ne baş e.

-Dadgeha Giştî dosya wan çareser bike ku zêdetirî salekê bi armanc nayên dadgehkirn.

-Hemû girtî sivîl in, lewma divê li gorî yasaya hejmara 35 a rojnamegerî ya Kurd û yasaya hejmar 11 ya xwepêşdanê werin dadgehkirn.

Back to top button