95 roje aqûbeta Cîhad Hesen ku PDK’ê wî revandiye nayê zanîn

Aqûbeta Nûnerê Rêveberiya Xweser Cîhad Hesen ê ku 95 roje ji aliyê PDK’ê ve hatî revandin nayê zanîn.

Rêveberiya Hewlêrê hemû bangên Nûnertiya Rêveberiya Xweser jî bêbersiv hiştine.

Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Hewlêrê Cîhad Hesen 10’ê Hezîrana 2021’an dema li gel Nûnerê Peywendiyan ê PYD’ê yê Hewlêrê Mistefa Osman Xelîl û Endamê PYD’ê yê Hewlêrê Mistefa Ezîz Mistê diçûn pêşwaziya mêvanên xwe, li Balafirgeha Hewlêrê ji aliyê hêzên PDK`ê ve hatibûn girtin.

Piştî 50 rojan Nûnerê Peywendiyan ê PYD’ê yê Hewlêrê Mistefa Osman Xelîl û Endamê PYD’ê yê Hewlêrê Mistefa Ezîz Mistê hatin berdan.

Lê Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Hewlêrê Cîhad Hesen bêyî ku tu hincetek were nişandan, nehat berdan.

Her wiha hate ragihandin ku tenduristiya Cîhad Hesen xirab bûye.

Nûnertiyê her wiha xwestibû bi rayedarên Hewlêrê re hevdîtinan bikin, lê daxwaz û bangên wan bêbersiv mane.

Back to top button