Artêşa qirker gûndên Minbic û yê Şêrawa topbaran kirin

Artêşa Tirk a Qirker vê sibê derdora gaundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê topbaran kir.

Artêşa Tirk a dagirker ev demeke êrişên xwe li ser Şehbayê zêdetir kiriyê , artêşa dagirker vê sibê careke din derdora gundê Bênê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî, topbaran kir.

Hate ragihandin ku artêşa dagirker zêdeyî 10 topên obîsê li gûndê benê barandiye û topbaran zêdeyî saetekî domiya.

Her wiha rtêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, gundên Seyade, Um Edesê û Dendeliyê yên rojavayê Minbicê jî topbaran kirin.

Topbaran doh êvarê pêk hat.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku 2 hawin li gundê Seyade ketin û 7 hawinên din jî li gundên Um Edesê û Dendeliyê ketin.

Hemwexê vê topbaranê jî, Balafirên keşfê yên artêşa Tirk dagirker li asîmana gundewarên rojavayê kantona Kobanê digeriyan.

Back to top button