54 ciwanên Başûr ku dewleta Tirk wan radestî çeteyan kiribûn gihiştin malbatên xwe

Her ku diçe, reva ji başûrê kurdistanê ber bi dewletên desthilatdar zêde dibe.

54 ciwanên Başûrê Kurdistan ku koçberê Tirkî bibûn, da ku biçin Awropa.

Lê dewleta Tirk a qirker ew girtin û berê wan dan Ezazê.

Dewleta Tirk wan radestî çeteyên El Nusra kirin, da ku ji bo xwe bikar bînin.

Lê 54 ciwan bi hewildanên Dezgeha Lûtke ya başûrê kurdistanê vegeriyan li ser axa xwe.

54 ciwanên başûrê Kurdistanê reviyan Tirkî da ku koçnerî Awropa bibin.

Lê mixabin dewleta Tirk ew girtin, û wan radestî çeteyên El Nusra ên li Sûriyê kirin.

54 ciwanên kurd bi hewildanên saziya Lûtke ya Karûbarên Penabaran ew vegeriyan malbatên xwe, yên li başûrê Kurdistanê.

Beyad Yehya yek ji wan koçberane.

Beyad Yehya behsa serpêhatiya xwe ya koçberiya ber bi Ewropa ve kir û diyar kir ku ew 3 mehan li Stembolê man li hêviya derbasbûnê bûn.

Rojekê bi 2 otobûsên mezin ew ber bi sînor ve birîn.

Lê di nava Stenbolê de ji aliyê leşkerên Tirk hatin girtin.

Di heman demê de nêzîkatiyê Qaçaxçî jî anî ziman”Qaçaxçî ji me digot bêjim em xelkê Sûriyê ne, wê we berdin, lê dema ku me got, em xelkê Sûriyeyê ne, em girtin.

Mihemed Newzad ê yê bi Beyad Yehya re bû ew jî axivî û got:

”Leşkerên Tirk, piştî 3 rojan em birîn Dîlokê.

Em li wargehekê nêzî hefteyekê girtîn. Pişte îmzeya me li ser nivîsekê dan ku rê nedan em nivîsê bixwînin.

Piştre me zanî nivîs ji bo dersînorkirina me ya ji bo Sûriyeyê ye.

Piştre em şandin Sûriyeyê û nêzî 16 rojan li Sûriyeyê mayîn.”

Di dema radestkirina ciwanan de, Serokê Dezgeha Lûtke Arî Celal ji çapemeniyê re axivî û got:

”Hejmara koçberan 57 kes bûn.

3 kes ji wan li Suriyeyê bi awayek qeçax derbasî Tirkiyeyê bûne û ji aliyê leşkerên Tirk hatine girtin.”

Li gorî Saziya Lûtke ya Karûbarên Panaberan, di 7 salên borî de 623 hezar û 245 kes li Herêma Kurdistanê û Iraqê koçî derveyî welat kirine.

Ji vane 445 kesan di riyan de jiyana xwe ji dest dane û winda bûne.

Serokê Saziya Lûtke Arî Celal di 7’ê Îlonê de ji Rojnews’ê re got, Tenê ji destpêka salê bêhtirî 35 hezar kesan daxwaza mafê penabertiyê li Ewrupayê kirine.

Nêzî 20 hezar kes jî Herêmê derketine û li welatên derdorin û dixwazin derbaz bibin.

21 kesên din jî bûne qurbanî, cenazeyên çend ji van kesan me gihandine malbatên wan yên din jî wendane.

Back to top button