Feysel Miqdad: Bêdengiya NY ya li hember qutkirina ava Hesekê nayê qebûlkirin

Wezîrê Karên Derve yê hikumeta Şamê Feysel Miqdad bi nûnerê NY’yê ji bo Sûriyê Geir Pedersen civiya.

Feysel Miqdad qutkirina ava Heseke ji hêla dewlet Tirk a qirker şermezar kir.

Di derbarê de Gier Pedersen diyar kir ku wî bi Feysel Miqdad re li ser bendên bengehîn ên gera pêş ji civînên komîteya destûrê li hev kir.

Gier Pedersen di civînek çapemeniyê de li ser danûstandinên ku di navbera wî û Miqdad de li Şamê çêbû got:

“Der barê pêkanîna biryara NY’yê ya 2254’an de danûstandinên serkeftî çêbûn.

Me di van danûstandinan de behsa gelek astengiyên li hember Sûriyê û rewşa meydanî li tevahî herêmên Sûriyê kir.”

Wezîrê Karên Derve yê hikumeta Şamê bang li NY’ê kir ku ji vê bêdengiya xwe derkeve.

Back to top button