KNK’ê bi daxuyaniyekê gef û êrişên Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê û hêzên şoreşger şermezar kirin.
Konseya Rêveber a KNK’ê li ser gef û êrişên Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek şermezariyê da.
KNK’ê anî ziman ku nava hefteyekê ev du car in balafirên bê mirov yên Îranê deverên Baradost û Balekayetî yên Başûrê Kurdistanê bombabaran kirin.
KNK’ê diyar kir ku bêdengiya hikumeta navendî ya Iraqê tê wateya hevkariya bi êrişan re.
KNK’ê got:
“Gef û êrişên li ser Başûrê Kurdistanê, ne tenê li dijî hinek partî û hêzên Kurdistanî ne. Ev êriş li dijî destketî û berjewendiyên hemî Kurdistanê ne.
Divê hemî hêzên Kurdistanî bi awayekî koordînekirî li ber van êrişan rabin.
Konseya Rêveber a KNK’ê bang li Îranê kir ji bo çareseriya pisgirêkan bi hêzên Kurdistanî re bikevin nava diyalogê.”