Rêber Apo: Derbe operasyona gladioya NATO’yê bû

12’ê Îlona 1980’yî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê derbeya faşîst ya leşkerî pêk hat.

Zêdetir jî Kurd, hêzên demokratîk û çepgir bûne hedefa vê derbeyê.

Rêber Apo ev derbe weke operasyoneke Gladioya NATO’yê pênase kir.

Tevî ku 41 sal bi ser darbeyê re derbasbuye jî lê desthilata faşîst ya AKP’ê bi şêwazên cuda, vê zêhniyeta faşîst ya 12’ê Îlonê li dijî Kurdan û Tevgera Azadiyê didomîne.

Sala 1980’yî di demeke ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê li her derê bi pêş diket û bandaro xwe zêde dikir, li Tirkiyê derbeya 12’ê Îlonê ya faşîst hat kirin.

Di encama vê derbeya bi xwîn û faşîst de bi sedan kadroyên pêşeng yên Tevgera Azadiyê û çepgir hatin girtin. Li Kurdistanê û bi taybetî li zîndanan serdemeke terorê hat destpêkirin.

Bi vê derbeya faşîst dihat xwestin careke din hêviyên azazdiyê di şexsê kadroyên pêşeng yên Tevgera Azadiyê de bên perçiqandin.

Rêber Apo di nirxandinên xwe yên derbarê 12’ê Îlonê de wiha dibêje,

“Derbeya 12’ê Îlonê çalakiya herî berfireh a Gladîo’ya NATO’yê bû. Erk û wezîfeya wê ew bû ku tevahî çalakiyên şoreşger demokratîk ên gelên Rojhilata Navîn bi awayekî mayînde bitepisîne.

Heta roja me ya îro hewl dide ku vê rola xwe bi tevahî komên faşîst bimeşîne. Bi tevahî partiyên siyasî çi desthilatdarî dibe çi jî muxalefet dibe, hemû mîna diranê çerxekê bi rola herî girîng radibin.”

Rêber Apo bi taybetî rola DYA ya di pêkanîna derbeyê de wiha dinirxîne,

“Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê weke serkêşê sereke yê tevgera Gladîo, ji serî ve hem di destdekdana darbeya faşîst a 12’ê Îlonê de û di tesfiyekirina tevahî hêzên demokratîk û sosyalist de, hem jî weke parçeyekî van tevgeran di tesfiyekirina Tevgera Kurd û PKK’ê de bi roleke çalak rabû.”

Rêber Apo piştî derbeya 12’ê Îlonê ku pêk hat balê dikişîne li ser wehşet û hovîtiya li zîndana Amedê li dijî kadroyên PKK’ê ku tên kirin wiha dibêje,

Rêber Apo: AKP sazîbûneke rejîma 12’ê îlonê ye

“Kirinên darbeya eskerî ya 12’ê Îlonê, di serî de zindana Amedê li zindanên bi mirovan hatibûn tijîkirin êşkenceyên xeternak dihatin kirin û vê yekê jî tavilê destpêkirina pêngava nû ya stratejîk ferz dikir.

Pirsgirêka Kurd ji pirsgirêka nasnameya îdeolojîk derket veguherî pirsgirêka şer, di vê de jî pareke diyarker a polîtîkayên îmha û înkarê yên faşîzma 12’ê Îlonê heye.”

Rêber Apo balê dikişîne li ser polîtîkayên AKP’ê yên li dijî gelê Kurd û gelên Tirkiyê û dibêje,

“AKP di sala 2001’ê de derneketiye holê; bi kêmanî kokên wê digihîjin heta darbeya 12’ê Îlonê. Bi pêşengiya Amerîka û Ingilstanê Senteza Tirk-Îslamê ya bi darbeya 12’ê Îlonê li Komara Tirkiyê kirin îdeolojiya fermî. Bêhtir rast e ku mirov AKP’ê weke bi sazîbûna îdeolojîk, polîtîk, ekonomîk û çandî ya rejîma 12’ê Îlonê binirxîne.”

Back to top button