Talal Mihemed: Divê her kes derbarê planên Tirkiyê hişyar be

Serokê Partiya Aştîya Demoqrat a Kurdistanê Talal Mihemed têkildarî tevgerên dewleta Tirk ên bi armanca kûrkirina nakokiyên navbera partiyên Kurd hişyarî da û got ku divê her kes baldar be.‎

Sekreterê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Mûsa jî bang li tevgera siyasî kir ku li hember êrişên dewleta Tirk xwedî ‎nêrîn û helwesteke yekgirtî bin.

6’ê Îlonê Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên PDK’ê 7 gerîla dema ku dixwest ji qadekê ‎derbasî qadeke din li herêma Xelîfanê bibin, xistin kemînê.

Di encamê de 7 gerîla şehîd bûn.‎

Serokê Partiya Aştîya Demoqrat a Kurdistanê Talal Mihemed li ser vê yekê got:

‎‎”Dewleta Tirk naxwaze nakokiyên di navbera hêzên Kurd de çareser bibin, her wiha ‎şehadeta 7 gerîlayan dê nearamiyekê di navbera aliyên Kurd de çêbike û tenê dijminên ‎gelê Kurd dê sûdê ji vê yekê wergirin.”‎

Mihemed têkildarî tevgerên dewleta Tirk ên bi armanca kûrkirina nakokiyên di ‎navbera partiyên Kurd de hişyarî da û wiha anî ziman:

“Li dijî PKK’ê komplo heye, destên ‎veşartî yên ajanan bûne sedema şehîdbûna gerîlayên me, armanc ji vê afirandina ‎şerê birkujiyê ye, lewma divê her kes baldar be.‎”

Mihemed Mûsa bang li tevgera siyasî kir ku xwedî ‎helwesteke yekgirtî bin

Sekreterê Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Mihemed Mûsa jî diyar kir ku dewleta Tirk armanc dike ku ‎gelê Kurd tune bike û destkeftiyên wê ji holê rake.

Mihemed Mûsa girîngiya avakirina yekitiya neteweyî destnîşan kir û got:

“Ya herî girîng û bingehîn di vê qonaxê de ew e ku gelê Kurd yekitiya xwe ava bike, hem jî tevgera xwe ya siyasî bike yek û divê her kes hişyar be ku şerê ku dewleta ‎Tirk dimeşîne ne li dijî tevgerekê, partiyekê yan parçayeke taybet e”

Mihemed Mûsa bang li tevgera siyasî ya Kurd kir ku li hember êrişên dewleta Tirk xwedî ‎nêrîn û helwesteke yekgirtî bin.

Back to top button