HEYVA SOR A KURDISTANÊ JI BO ROJHILATÊ KURDISTANÊ ALÎKARÎ ŞAND

Saziya alîkariyê Heyva Sor a Kurdistanê xelkê rojhilatê kurdistanê yên ji ber lêhiyê rewşa wan kembax bûye bi tenê nehişt.
Heyva sor bi daxuyaniyekê ragihand ku wen alîkarî ji bo xelkê mexdur şandiye û got;
Weke gava pêşin 250 hezar euro alîkariya madî şandiye.

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji ber barana zêde ku 19’ê Adarê dest pê kir û nêzî du hefteyan dewam kir lehî rabû bû.

Bi rabûna lehiyê gelek bajar, navçe û gund bin avê de ma bûn.

Ji ber dijwariya lehiyê, bêhtirî 200 kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes jî birîndar bibûn.

Hate gotin, bi deh hezaran xanî û avahî jî wêran bûn, û niha bi sed hezaran mirov li Rojhilatê Kurdistanê di rewşeke metirsîdar de ne, lewma ji bo hemû pêdivîyên jiyanê benda alîkariyê ne.

Heyva Sor a Kurdistanê, li ser alîkariya ku bi gelê Rojhilatê Kurdistanê re kir daxuyaniyek nivîskî weşand.

Li gorî daxuyaniyê;

Heyva Sor a Kurdistanê ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê re yê ku ji ber lehiyê zerar dîtin wek gava pêşin 250 hezar euro alîkariya madî şandiye.

Ev alîkarî wê ji aliyê komîtêyên Heyva Sor ve li mexdûrên lehiyê were belavkirin.

Di daxuyanîyê de tê gotin,

Heyva Sor a Kurdistanê ji bo Rojhilatê Kurdistanê 4’ê Nîsanê kampanyeke alîkariyê dabû destpêkirin û ev kampanya dewam dike.

Heyva Sor a Kurdistanê bang li Kurdistaniyan hemûyan û dostên wan kir ku destekê bidin gelê Rojhilatê Kurdistanê û bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê alîkariyê madî bigihînin malbatên mexdur.

Leave a Reply

Back to top button