Di çalakiyên tolhildanê de li Ezaz û Marê 11 dagirker hatin kuştin

Hêzên Rizgariya Efrînê li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê rêze çalakiyên tolhildanê pêk anîn..

Di encamê de li Şera, Ezaz û Marê 11 çete hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn..

Li herdû herêman hejmareke zêde a çek, cebilxan û belgeyên çeteyan ketin destê şervanan.

Li dijî êrişên artêşa Tirk û çetyeyên wê, Hêzên Rizgariya Efrînê dest bi çalakiyên Tolhildanê kirin..

Bi vê armancê şervanan li, Ezaz û Marê bi ser baregehên hêzên dagirker de girtin..

Li ser encamên çalakiyan Hêzên Rizgariya Efrînê ev agahî bi raya giştî re parve kirin:

Di navbera rojên 7 û 10’ê Îlonê de, ji bo bîranîna Şehîd Şiyar Denîz û ji bo bersivdayîna kiryarên dij-mirovî yên dewleta qirker, çalakiyên bersivdayinê hatin lidarxistin.
7’ê Îlonê de, hêzên me li navçeya Şera li hemberî baregeheke artêşa dagirker çalakiyek serdagirtinê pêk anîn.

ŞERA

Di encama vê çalakiyê de, 5 çete hatin kuştin, 2 çete birîndar bûn, motorek û doçkayek hatin rûxandin.

2 çekên AK-47,

1 çeka BKC, 1 termal,

1 telefon,

1 bêtêl

Û nasnameyên çeteyan hatin bidestxistin.

MARÊ

9’ê Îlonê de, li gundê Til Malid yê girêdayî navçeya Marê çalakî hat lidarxistin.

Di encamê,

3 çete hatin kuştin û çeteyek birîndar bû.

EZAZ

Roja 10’ê Îlonê, li gundê Kil Cibrîn yê girêdayî Ezazê, şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê çalakiyek taybet pêk anîn.

Di encamê de,

3 çete hatin kuştin û çeteyek jî birîndar bû.

Back to top button