Perû..Abîmael Guzman di 86 saliya xwe de li girtîgehê jiyana xwe ji dest da

Damezrînerê Rêxistina Rêya Ronahiyê ya Perû Abîmael Guzman di 86 saliya xwe de li girtîgehê jiyana xwe ji dest da.

Yek ji sembolên tevgerên şoreşger û profesorê felsefeyê Abîmael Guzman ji sala 1992’an ve li girtîgeha grava Callao ya Perûyê girtî bû.

Guzman ku nave Serok Gonzalo bikardianî 29 sal bûn di bin tecrîdê de dihat girtin.

Hat ragihandin ku demek dirêj bû pirsgirêkên Guzman yên tenduristiyê hebûn.

Rêxistina Rêya Ronahiyê ku di sala 1969’an de hatibû avakirin, di salên 1980 de dest bi çalakiyên çekdarî kiribû.

Li gorî texmînên Komîsyona Heqîqet û Lihevkirinê di şerê Rêya Ronahiyê û hêzên dewletê de zêdeyî 70 hezar kes mirin.

Abîmael Guzman di encama operasyonekê de 12’ê Îlona 1992’an li paytext Lîmayê hatibû girtin.

Back to top button