HDP: Desthilata AKP-MHP’ê îro jî aqilê derbeyê bi cih tîne

Bi boneya salvegera derbeya 12’ê Îlonê HDP û Komeleyan 78’an daxuyanî dan. Hat diyar kirin desthilata AKP-MHP’ê îro jî aqilê derbeya 12’ê Îlonê bi cih tîne û hê jî saziyên sereke vê derbeyê dewam dikin.

Bi boneya salvegera 41. ya derbeya 12’ê Îlonê Komîteya Navendî ya HDP’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HDP’ê diyar kir ku xeyalê darbekaran di şexsê AKP’ê de dertên pêşberî wan û bandora derbeya leşkerî îro jî didome û wiha hat gotin,

”Desthilata AKP-MHP’ê îro aqilê darbeya 12’ê Îlonê bi cih tîne û gavên ne kêmî rojên tarî yên 12’ê Îlonê davêje. Hemû gavên derhiqûqî ku derbekaran xeyala wê dikirin, îro desthilata AKP-MHP’ê daveje.”

HDP’ê da zanîn desthilat û hevkarên wê yên eşkere û veşartî hevkarên îro yên derbeya 12’ê Îlonê ne.

Komîteya Navendaî ya HDP’ê di dawiyê de got, “Rêya jiholêrakirina hişmendiya derbeyê çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û avakirina jiyana nû ye.”

Komeleya 78’an: Êşkenceya li zîndana Amedê ne kêmî ya li guantanamoyê bû

Şaxê Amedê ya Komeleya 78’an jî ji bo salvegera derbeya 12’ê Îlonê li ber Girtîgeha Amedê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de rêveberên Komeleya 78’an, hevserok û wekîlên HDP’ê nûnerên gelek saziyan amade bûn.

Serokê Komeleya 78’an Huseyîn Bariş daxuyaniya çapemeniyê da.

Bariş diyar kir darbeya 12’ê Îlonê hê jî didome û bal kişande ser êşkenceya li zindana Amedê ya dema derbeyê û got,

”Êşkenceya li zindana Amedê hatî kirin ne kêmî ya li zindana Guantanamo ye û hê jî li zindanên Tirkiyê heman rêbaz têne domandin. Li dijî van rêbazan bi hezaran girtî dest grevên birçîbûnê kirin û her roja ku diçe dihelin û wiha têdikoşin.”

Huseyîn Bariş di dawiyê de bang li herkesî kir ku li dijî grevên birçîbûnê yên li zîndanan bi berpirsyarî tevbigerin.

Back to top button