HPG:Li Metîna û Avaşînê 9 dagirker hatin cezakirin

Gerîllayên HPG’ê û YJA-STAR’ê rojên dawî çalakiyên xwe li dijî artêşa Tirk a dagirker zêde kirin. Di nava 24 saetên dawî de li herêmên Avaşîn û Metînayê 9 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe a rojane de encama şer û çalakiyên di navbera 10 û 12 Îlonê de eşkere kirin..

Li gorî vê;

Pêngava Bazên Zagrosê

11’ê Îlonê danê sibehê artêşa Tirk bi gazên kîmyewî êrişî qada berxwedanê ya Werxelê kir.

Li hemberî êrişê, gerîllayên YJA-STAR’ê bi ser çeperên artêşa dagirker de girtin.

Di encamê de 4 leşkerên Tirk hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Her wiha çeperê ku gazên kîmyewî têde bû hate tinekirin.

Piştî çalakiya gerîllayên jin, artêşa Tirk kuştî û birîndarên xwe bi helîkopteran ji herêmê rakirin.

Pêngava Bazên Zagrosê

12’ê Îlonê artêşa Tirk hewl da li derdora Girê Koordîne, rê çêke.

Leşkerên dagirker ên li dora xebatkarên rê tevdîr digirtin bûn hedefa gerîllayan.

Gerîllayan ji 2 baskan ve li wan dan.

Di êrişa bazkê yekê de leşker hatin kuştin.

Di çalakiya baskê diduyan de jî 2 esker hatin kuştin.

Şeva 10’ê Îlonê artêşa Tirk piştî bombardimaneke dijwar hewl da ber bi Qada Werxelê ve pêşde biçe.

Lê di bersivdana dijwar a gerîllayan de ev hewldan hate têkbirin.

12’ê Îlonê jî teqemeniyên ku artêşa Tirk li qada Werxelê bicih kiribûn, ji aliyê gerîlla ve hatin bê bandorkirin.

Dîsa 10’ê Îlonê li Garê, Derbenda Şehîd Amed a girêdayî herêma Deşta Kafya ji aliyê balafirên şer ve hate bombardimankirin.

11’ê Îlonê jî herêma Stûnê ya girêdayî Avaşînê bû hedefa êrişa balafirên şer.

Heman rojê Girê Şehîd Întîqam, Geliyê Basya, Dola Bizina û Girê Qartal ji aliyê helîkopteran ve hatin bombardimankirin.

11’ê Îlonê li derdora Akrê, gundê Şiyê yê girêdayî nahiya Dînartê hate bombardimankirin.

12’ê Îlonê berê sibehê li herêma Zapê, Kurojahro û li Avaşînê jî Qada Werxelê hatin bombardimankirin.

Back to top button